Bocholt, 19’ê Tîrmeha 2025 – Piştî hewldanên zêdetirî du salan ji aliyê Înîsiyatîfa Dêûbavan a Komeleya Çandî ya Mezopotamyayê Bocholt e.V., bi kêfxweşî tê ragihandin ku dersên zimanê Kurdî (Kurmancî) wê li dibistanên fermî yên Bocholtê dest pê bikin. Mamosteya zimanê Kurdî, Zîn Hisso, ku bi salan di vî warî de xwedî ezmûn e, wê perwerdehiyê bide. Ders wê piştî betlaneyên havînê di sala xwendinê ya 2025/2026an de dest pê bikin.
Zîn Hisso, mamosteya nû ya zimanê Kurdî, xwe dide nasîn:

Navê min Zîn e û ez ji Amedê me. Di sala 2019an de hatim Almanyayê. Ez zewicî me û diya keçekê me. Min beşa Civaknasiyê xwend û dû re min beşa Ziman û Çanda Kurdî wek master qedand. Niha min dest bi kar kiriye weke mamosteya zimanê Kurdî li dibistanên fermî yên bajarên Bocholt, Senden, Gelsenkirchen û Recklinghausenê.
Wateya Zimanê Kurdî ji bo Zîn Hisso
Zîn Hisso diyar dike, „Ji ber ku Kurdî zimanê min ê dayikê ye, ew di nîşankirina kesayetiya min de roleke pir mezin dilîze. Herwiha zimanê Kurdî li cem min ne tenê amûreke axaftinê ye, lê belê bingeha çand, dîrok û civaka me ye. Ew girêdanekê di navbera min û welat û xelkê min de ava dike û dihêle em herdem di têkiliyê de bin.“ Wê her wiha anî ziman ku ji ber ku zimanê Kurdî li welatê wê qedexe bû, ew li cem wê bûye sembola berxwedan û serkeftina gel. „Tu ziman di cîhanê de nîne ku di bin ewqas zext û zordariyê de maye û pêş ketiye,“ wê got.
Hêvî û Daxwazên Ji bo Malbatên Kurd
Zîn Hisso bang li dêûbavên Kurd dike: „Li welatê me xewn bû ku em li dibistanên fermî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Li Almanyayê ev derfet berdest e. Ez bi hêvî me ku malbatên Kurd mafê xwendina zimanê dayikê ji bo zarokên xwe bikar bînin û xwedî li vî mafê xwe derkevin.“ Ya herî girîng jî, ew tekez dike ku malbat li malê tenê bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin, bileyzin, bixwînin û çîrok û stranan bibêjin. Armanc ew e ku malbat û dibistan bi hev re di dilê zarokan de hezkirina ziman biçînin û zarok di fêrbûna zimanê xwe de serkeftî bin.
Çawa malbat dikarin zarokên xwe tomar bikin?
Malbat dikarin ji bo tomarkirinê rasterast bi rêveberiya dibistana zarokên xwe re, bi mamosteyên zimanê Kurdî re û bi rêveberiya perwerdehiyê (Schulamt) re bikevin têkiliyê. Ji van cihan dikarin formeke qeydkirinê bistînin û dagirin û dîsa vegerînin. Bi vî awayî, zarokên pola yekem heta 10an dikarin di sala nû ya xwendinê de beşdarî dersên zimanê dayikê bibin. Wekî din em wek Komeleya Çandî ya Mezopotamyayê Bocholt e.V. û Yekîtîya Mamosteyên Kurd li Almanyayê e.V. (YMK) ji bo pirsên gelemperî ji we re amade ne.
Dem û Cihê Dersan
Dersên zimanê Kurdî li Bocholtê li dibistana „Grundschulverbund Ludgerus“ (Hauptstandort Kurfürstenstr. 90, 46399 Bocholt) her roja Sêşemê tên dayîn.
Agahiyên berfirehtir wê di demek nêzîk de ji dêûbavên xwendekaran re bên şandin.

